• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Faşîstên Hînduyî êrîş li xwendekarên bi tesettûr kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çalakîyên xwendekarên qîz ên misilman ji bona ku bi tevî tesettûrên xwe nahêlên bikevin dibistanan berdewam dike.

Ji teref faşîstên Hînduyan ve ji çalakîyên xwendekarên qîz ên misilman re cardin êrîş hat kirin.

Di vîdeoya ku di medyaya civakî de hatîye belavkirin de tê dîtin ku wan faşîstên Hînduyan bi ava pîs êrîş li xwendekarên qîz ên misilman dikin û bi gotinan êrîş li wan dikin.

Tê dîtin ku xwendekarên qîz ên misilman jî ji wan êrîşan re nikarin bersiv bidin û ji cîhê êrîşê dûr dikevin û direvin.

Hat destnîşankirin ku di demê dawî de dadgeha Karnatayê tesettûrê qedexe kiribû.

Di wan demên dawîn de jî xwendekarên qîz ên misilmanên ku tênê li ber derîyê dibistanan, ji êrîşên faşîstên Hînduyan re dûçar dimînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir