Ji ber berfa zêde rêya 1141 gundan hatin girtin
Li Sêwas, Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê ji ber barîna berfê rêya 1141 gundan hatin girtin.
Li Sêwasê rêya 413, li Wanê 294, li Colemêrgê 239, li Mûşê 111, li Bedlîsê jî rêya 84 gundan ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin.
Xebatên ekîbên micadeleya berfê ya ji bo vekirina rêyên gund û mezrayên ku çûnûhatina wan nayê kirin, dewam dikin. (ÎLKHA)