Serlêdanên Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind dest pê kirin
Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS) ya 2022an dê di meha Hezîranê de pêk were. Serîlêdan dê di navbera 11ê Sibatê û 7ê Adarê de werin wergirtin.
Namzed dikarin ji sepana mobîl a ÖSYM AİS mobîl an jî ji navnîşana înternetê ya ÖSYMê https://ais.osym.gov.tr serîlêdanên xwe bikin.
Di serlêdanan de koda HES'ê dê bê xwestin.
Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind a 2022an dê di navbera 18-19ê Hezîranê de bê kirin. (ÎLKHA)