Di meha çileyê de 148 kes di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin di encama qezayên ku di meha çileyê de pêk hatin de tevde 148 kes canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Trafîkê ya Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di meha çileyê de li tevahîya welêt tevde 37 hezar û 830 qeza pêk hatin ku di van qezayan de 148 kes canê xwe ji dest dan û 18 hezar û 142 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)