Muhammed Qonyewî rehmet kir
Seyda Muhammed Qonyewîyê ku ji murşîdê Naqşîbendîyê û ji alimên herêmê ye rehmet kir.
Seyda Muhammed Qonyewîyê 80 salî yê ku ji ber nexweşîna xwe demekîye di nexweşxaneyê de tedawî didît, rehmet kir.
Ji teref Weqfa Perwerdehîya Kewserê ve derheqê meselê de daxuyanîyek hat belavkirin û weha hat gotin: “Seyda Muhammed Qonyewîyê ku ji murşîdê Naqşîbendîyê û ji alimên herêmê ye li Stenbolê di nexweşxaneya ku tê de tedawî didît de rehmet kir. Ew ê cinaza Siltan Hezret li Qonyayê bê definkirin. Xwedayê Zilcelal bila meqamê siltanê me bilind bike.” (ÎLKHA)