Li Iraqê di dema derbasbûna erebeyekê leşkerî de teqîn pêk hat: 4 mirî
Li bajara Anbara Iraqê di dema derbasbûna erebeyekê leşkerî de bombeyeke ku di berê de hatibû tertîpkirin teqîya, di encama teqînê de 3 leşkerên Iraqê û sîwîlek canê xwe ji dest dan.
Hat destnîşankirin ku teqîn li herêma çolter a nêzê qesebeya Rawayê ye pêk hat.
Mahmud El-Dulaîmîyê ku endamê artêşa Iraqê ye li ajansa xebera Çînê re daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku erebeyeke leşkerî yê ku hevaltîyê ji komekî seydvanên ku ji Quweytê hatine Iraqê re dikir, di dema li hêla qesebeya Rawayê de derbas bû teqînek pêk hat.
Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku di encama teqînê de erebe helişî, 3 leşker û rehberê sedyvanan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Ji teref rayedaran ve hat dîyarkirin ku hê tu kes xwedî li êrîşê derneket, lê rayedaran ji DAÎŞê şikdar dibin. (ÎLKHA)