Li Herêma Kurdistanê 5 kes ji Coronavîrusê mirin û 1161 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 1161 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 5 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 416 hezar û 319 kes bi vîrusê ketin û 7 hezar û 261 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)