Li Mekesîkayê otobûs û qemyon li hev qelibîn: 8 mirî û 30 birîndar
Li wîlayeta Quîntana Rooya Meksîkayê otobûseke ku rêwî tê de bûn û qemyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 kes canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.
![Li Mekesîkayê otobûs û qemyon li hev qelibîn: 8 mirî û 30 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/U4By-oB5VqMa5X5gCp4p1hP8RZw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/06/li-mekesikaye-otobus-u-qemyon-li-hev-qelibin-8-miri-u-30-birindar-8f67fedf.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku ji çapamenîya Madagaskarê hatine bidestxistin, li bajara Cancuna wîlayeta Quîntana Rooyê, otobûseke ku rêwîyên ji Fransa, Qanada, Pakîstan û Meksîkayê ne tê de bûn li qemyonekî qelibî.
Li gorî dîyarîyên’ewil 8 kes canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)