Li Uskudarê di avahîyekê de teqîn çêbû: Birîndar hene
Hat ragihandin li navçeya Uskudara Stenbolê di avahîyeke 4 qetî de teqîn çêbû.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teqîn di qeta dawî ya avahîyê de pêk hat. Ji ber tesîra teqînê dîwarên daîreyê xera bûn û camên malên derdorê şikîyan.
Hat hînbûn ji ber teqînê çend kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)