Wezîr Ozer: Girtina mekteban ne çareserî ye
Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyeyê Mahmut Ozer doh beşdarî bernameya televîzyoneke taybet bû û derheqê meseleya coronavîrus û girtina mekteban de nirxandinan kir.
Wezîr Ozer di bernameyê de destnîşan kir, girtina mekteban ne çareserî te, ew wek Tirkîye di heyama ewil de di vî warî de bi ser ketin û ew ê bi izna Xwedê di heyama duyemîn de jî bi ser bikevin.
Ozer di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, ji bo li mekteban corona belav nebe tedbîrên pêwîst tev tên standin.(ÎLKHA)