• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Li Bidlîsê bana sehaya topê hilweşîya: 4 zarok birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mesele li sehayekî topê ya ku di bexçeya xwendingeha bi şevboran de ye pêk hat, bana sehayê ji ber giranîya berfê hilweşîya. Di encama hilweşînê de 4 zarok di bin banê de man û birîndar bûn, ji bona ku wan zarokan bên midexelekirin jî ekîbên AFAD, tenduristî û cendirmeyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku mirovên derdorê jî alîkarî kirin û zarokan di bin banê de mabûn derxistin û teslîmê ekîbên tenduristîyê kirin.

Hat îfadekirin ku zarokên birindar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Xîzanê û rewşa zarokan jî baş e. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir