Li Komarîya Demokratîk a Kongoyê êrîş li kampa penaberan hat kirin
Li kampa penaberan a ku li wîlayeta Iturîyê ya li rojhilata Komarîya Demokratîka Kongoyê ye êrîş hat kirin, di encama êrîşê de herî kêm 50 penaber mirin.
Hat destnîşankirin ku êrîş ji teref Îttîfaqa Pêşketina Kongoyê ku komekî îsyankar e ve hat kirin. Di encama êrîşê de herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dan.
KDC û artêşa Ugandayê di tarîxa 30ê Cotmehê sala 2021an de heta niha li hember îsyankaran operasyona hevparî dikin.
Herêma Ruandaya KDCê û herêma sînora Uganda û Burundîyê 20 sale ji teref îsyankaran ve ji bona ku madenên zêr û kobaltê bidest bixin êrîş tên kirin. (ÎLKHA)