• DOLAR 34.54
  • EURO 36.032
  • ALTIN 3010.113
  • ...
Zekerîya Yapicioglu: Pêwîst e Tirkîye bi rejima îşxalker re tu hevkarîyê neke
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu, beşdarê bernameya “Rojeva Rehber” ya qenala Rehber TVyê bû û di bernamê de ji pirsên Pêşkêşvan Olcay Ersoy re bersivand.

Yapicioglu ji bersivekî yê ku ji pirsekî re da de destnîşan kir ku ew ji wan welatên Îslamî yên ku ji bona bi rejima îşxalker re bikevin rewşekî normalîyê dikevin sirê re bertek nîşan didin û got: Bi tu şeklê bi rejima îşxalker re normalî divê ku neyê kirin.Miamelayê ku bi rejima îşxalker re bê sazkirin, qebûlkirina kolebûnîyê ye.”

Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de derheqê pêwendîyên Tirkîye û rejîma îşxalker de wiha axivî: “Bila bê bîra we ku piştî mesela ‘one mînute’ê, minasebetên Tirkîye û rejima îşxalker kêm bûbûn. Qet nebe jî qene bî di minasebetên sîyasî de kêm bûbû. Wê çaxê jî minasebetên îqtîsadî gelek zêde bûn û çi qas diçû jî zêde dibûn. Rastîyekî me yê wisa jî heye ku ew rastî jî çî ye? Dema ku wê rejima îşxalker ‘dewleta îsraîlê’ saz kiribû, di nav welatên Îslamê de serê ‘ewil yê ku wî naskiribû dewleta Tirkîyê bû. Em vê rastîyê li goşekî binivisînin. Piştî mesela ‘One mînute’ê jî minasebetên îqtîsadî qet paşve neçû, hetta wê demê gelek jî zêde bûn. Dû re mesela Mavî Marmarayê pêk hat. Piştî mesela Mavî Marmarayê hinek daxwazîyên Birêz Serokkomar çêbû. Bang li  sefîrên xwe kir da ku vegerê  welat. Dû re weha gotin ku ‘Heta van şertên me bi cîh neynê em qet sefîr tayîn nakin’. Rejima îşxalker qet tawîz nede.  Weqfeqî yê ku desthilatîyekî wî yê fermî tinebû qebûl kir ku ew ê pereyekî bidin ji dewleta Tirkîyê re, lê wî perê jî bi ew ê bi xêra xwe bidin. Dayîna wê perê  wê demê di metna îngîlîzî de weha dihat nivîsandin ku ew pere berdêlka tu tiştekî nîne. Li gorî wê mitabeqetê de’wa ya ku ji teref Dadgeha Cizaya Giran a Stenbolê ve hatibû vekirin hat girtin. Teqîpvanekî de’wê jî em bûn. Ez jî beşdarê çend rûniştinên de’wê bûm. Tirkîye qebûl kir ku ew ê tu de’weyekî tezmînat neyê vekirin lê dema ku bê vekirin jî ew ê heqê wî ji xezîna Tirkîyê bê dayîn. Paşê minasebetên Tirkîyê û rejima îşxalker di rêyekî de dewam kir. Dû re hindik hindik ew minasebet zêde bûn. Niha jî ev minasebet bi normalîyekî tam pêşve diçe.”

“Normalbûna bi rejîma îşxalker bi de’wa Filistîn û bi umeta Îslamê re îxanetekî ye”

Yapicioglu bi bîr anî ku ew dema ku welatên ji Fasê heta Korfezê bi rejima îşxalker re diketin rewşekî normalî ew bertek nîşan dabûn û li hember vê meselê sekinîbûn, “Wê demê me got ku; bi rejima îşxalker û sîyonîst re normalbûn, bi wî re wekî ku ew mîna dewletekî ye minasebet bê kirin û bi wî re minasebetên îqtîsadî, sîyasî û dîplomatîk bê sazkirin, ji de’wa Filistînê re û bi umeta Îslamê re îxanetek ye. Sifeta vê tiştê venegare. Kî dike bila bike li cem me ‘eynî tişte. Hetta bila bê bîra we, wê demê rayedarên Tirkîyê jî bertek nîşan didan. Dema ku welatên Korfez rexne dikirin ji wan re weha digotin. ‘Hûn Misilmanên çawa ne, Hûn erebên çawa ne?’ Lê niha normalbûna ku bi rejima îşxalker re tê kirin qey ji erebeban tenê re heram e. Em dibêjin ku dewletekî yê ku navê wî îsraîle tuneye. Ji bona ku dewlet bibe 3 şertên esas heye. Di tarîfa dewletekî de 3 unsûrên esas heye. Ev çi ne?  Yek; lazim e ku ‘erdên wî yê ku sînora wî bellî ye hebe. Yeke din; lazim e ku li ser wî ‘erdê mileteke ku li ser jîyan dike hebe û serwerî hebe. Ev tiştê Birêz Serokkomar jî tîne ser zimanê xwe. Şebekeya ku navê wî îsraîle sînorê wî li ku derê destpêdike û li ku derê diqede? Ew kesê ku terîfa wî bike heye gelo? Di rêça ‘ewilda mirov dibîne ku ew ne dewlet e. Sînorekî wî yê eşkere tuneye. Çimkî ew ‘erdekî wisa kiriye ber çavên xwe ku li ser wî rê de jî bi şeklekî terorî roj bi roj diçe.Sîstema Kurewî, Yekîtîya Miletan, sîstema navneteweyî hemû tev ji wan re dişxulin. Endamên daîmî jî tu car bi wî re naxeyîde. Ji xwe Amerîqa bi tevahî qeweta xwe li pişta wî ye hetta bûye kerê wî. Komasîya sîyonîst ji Amerîqayê çi daxwaz bike, Amerîqa jî wî tiştî dike. Serok vegerîyaye an jî ji partîyekî dinê yek hatîye hilbijartin ji bona sîyonîstan qet ferq nake. Ji ber vê yekê di Yekîtîya Miletan de carna li hember sîyonîstan qirar derdikeve lê ew qirar jî tu car nakevin fealîyetê.”

“Divê ku bi çeteya îşxalker re bi tu awayî hevkarîyekî tîcarî, îqtîsadî, leşkerî neyê kirin”

Yapicioglu di axavtina xwe de li ser gotina Serokkomar Erdogan “Dinya ji 5an mezintir e”  dû re wiha di axavtina xwe de bal kişand ku sîstema Yekîtîya Miletan nabe ku mirov taqîba wê bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eger ku hûn xwedîyê vê gotina xwe bin, eger dema ku welatên Korfezê an jî welatê Fasê  û welatên Efrîqayê bi rejima îşxalker re normalbûnî kiribûn hûn jî wê demê ji wan re gotinên  giran gotibûn, nexwe hûn jî dîqet bikin ku hûn niha çi dikin? Van gavên ku hikumet davêje xeta ye. Li gorî me minasebetên ku niha hene jî bila bên qutkirin. Bi tu şeklekî bi rejima îşxalker û sîyonîst re minasebet neyê kirin û wesfê wî yê ku bi dewlet tê naskirin bila êdî neyê naskirin. Bila bi wî re hevkarîyên tîcarî, îqtîsadî û leşkerî neyê kirin.”

“Ev normalbûnî,  ji de’wa Filistînê re ew ê zirarekî ciddî bide”

Yapicioglu di axavtina xwe de qala zirarên normalbûnîya ku bi rejima îşxalker re bê kirin û zirar dayîna encama normalbûnîya ku bide dewa Filistînê jî kir û weha got “Ev normalbûnî,  ji de’wa Filistînê re ew ê zirarekî ciddî bide. Qe meke ew ê moralê komên berxwedanên ku li Filistînê ne xira bike. Ew ê bikevin nava hîssîyatekî yê ku ji wan re îxanetek hatîye kirin. Ew ê bikevin nava hîssîyatekî yê ku ew ê bibêjin qey ew tenê mane. Bi rastî çi qas jî tenê bimînin ez bawer nakim ku dev ji berxwedanê berbidin. HAMAS û Cîhada Îslamî yên ku li Xezzeyê berxwedanê didin jî rejima sîyonîst bi dewlet nas bikin em ê dîsa jî wî bi dewletî nas nekin bi îzna Xwedê. Ji vê pêştir heye ma?”

“Hûn ê bi wî kesê ku temamên însanan ker dihesibîne û re çawa minasebetekî bi şeref bikin?”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Minasebeta ku bi rejima îşxalker re bê kirin, tê maneya qebûlkirina koletîya wî. Çîmkî bawerîya rejima sîyonîst ev e. Wan sîyonîstan xwe ji însanan mezintir serdesttir dibînin  û ew ê ji vê yekê tim tim bikin. Rejima sîyonîst xwe wek xelqekî hilbijartî dibîne. Ew li ser vê fikrê ne û bi vê fikrê bawer dikin ew fikir jî ev e, Xwedê însanên dinê yên ku ne Cihu ne ji bona ku ji Cihuyan re xizmetê bikin xuluqandîye. Ev tişt, bawerîya siyonistan e. Ew dibêjin ku ez bi yekî re dikarim mitebeqetek bikim, tîcaretê bikim û sûwarê pişta wî bibim. Dema ku karê min bi wî re biqede ez dikarim kerekî dinê bibînim û sûwarê pişta wî bibim. Hûn ê bi wî kesê ku temamên însanan ker dihesibîne û re çawa minasebetekî bi şeref bikin? Hûn kengî dîtin ku ew ketine rewşekî zelîl û teslîmê we bûne! Erê, dema ku di rewşekî zelîl de teslîmê me bibin, bila pê bawer bibin ku em ê zilmê ji wan re nekin. Hetta ku ew di rewşekî zelîl de teslîmî me nebin, çîmkî ew me wek xwe nabînin ku em jî wan însanekî di rewşekî wekhevî de nabînin. Mêrik dev ji vê fikra xwe bernade. Bawerîya wî ev e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir