• DOLAR 32.728
  • EURO 35.482
  • ALTIN 2489.203
  • ...
Li Pakîstanê bombeya destan hat avêtin bazarê: 16 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li sûka navçeya Dera Allahyar ya Caferabad a Belûcistanê qewimî.

Medyaya Pakistanê diyar kir ku kesekî nenas li ser motorsîkletê bi avêtina bombeya destan ji cihê bazarê reviya.

Tîmên înfazê, tenduristiyê û xilaskirinê yên ku piştî êrîşê hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyeke derdorê.

Hat diyarkirin ku di êrîşa ku hat kirin de 2 jê polîs 16 kes birîndar bûn de rewşa herî kêm 5 kesan giran e.

Heta niha ti kes an jî grûpekê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir