Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn: 1 mirî, 13 birîndar
Di qezaya ku li Akçakaleyê pêk hat de 1 kes jiyana xwe ji dest da û jin û zarok jî di nav de 13 kes birîndar bûn.
![Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn: 1 mirî, 13 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/3_DOLtvO3mjjnnCnkC94Hbmzuks=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/05/li-rihaye-2-otomobil-li-hev-qelibin-1-miri-13-birindar-685038dc.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza li 15emîn kîlometreya rêya Akçakale-Ceylanpinarê pêk hat.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku nayê zanîn du otomobîl li hev qelibîn. Di qezayê de 1 kes jiyana xwe ji dest da û jin û zarok jî di nav de 13 kes birîndar bûn.
Birîndar ji teref ekîbên Servîsa Lezgîn a 112an ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê. Hat destnîşankirin rewşa çend birîndaran giran e. (ÎLKHA)