• DOLAR 32.452
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2436.38
  • ...
Li Pakîstanê teqîn: 4 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref polêsên Pakîstanê ve hat daxuyandin ku li navçeya Dera Bugtîya li wîlayeta Belucîstanê di dema derbasbûna erebeya hêzên paramîlîteran de bombeyek hat teqandin. Di encama teqînê de 4 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar û mirî ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin nexweşxaneyan.

Li gorî agahîyan, hêzên ewlehîyê, herêmê kirin bin qontrola xwe û ji bona ku wan êrîşkeran biqefêlin jî xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

Hat ragihandin ku hê tu kes li êrîşî xwedî derneket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir