• DOLAR 32.385
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2325.822
  • ...
Karwana Hêvîyê li Dîyarbekir ji malbatên mictax re alîkarîya êzingan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir, di encama projeya ‘Zivistanê Bikin Bahar’ de li Dîyarbekirê ji malbatên ku pêdivîya wan ji êzingê  re heye bi alîkarîya xêrxazan ji bona ku wan malbatên mixtac kêfxweş bikin, ji wan re alîkarîya êzingan kir.

Şahîn Elelçîyê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em bi pirojeya Karwanê Hêvîyê ya ‘Zivistanê bikin bahar’, bi alîkarîyên xêrxazan ji malbatên xwe yên mixtac re alîkarîya êzinga kir û me êzingê wan malbatan teslîmê wan kir. Em ji wan xêrxazên xwe yên ku zivistanê ji mixtacan re dikin bahar teşekur dikin, Xwedê Teala him di dinyayê de him jî di axiretê de wan dilşad û bextiyar bike.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir