• DOLAR 32.287
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2424.185
  • ...
Êsîrekî nexweş di zindanên rejima îşxalker de şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zilma ku ji teref rejima îşxalkeran ve ji Filistînîyên mezlûm ê ku di zindanên rejima îşxalkeran de ne tê kirin hê jî berdewam dike.

Mezlûmên Filistînî ji teref rejima îşxalkeran ve bê sûc û bê sebep tên girtin û dikevin zindanan, di wan zindanan de jî bi şertên giran jîyanên xwe desbas dikin. Hinek di wan zindanan de şehîd dikevin, hinek dikevin gireva birçîbûnîyê û hinek jî nexweşin û ji ber şertên zindanê nexweşînên wan zêde dibe an jî canê xwe ji dest didin.

Doh jî êsîr Cemîl Et-Temîmî yê 63 salî ye û nexweş e û ji teref rejima îşxalker ve hatîbû êsîrgirtin, di zindanên îşxalkeran de rehmet kir.

HAMAS jî derheqê vê meselê de rejima îşxalker mesûl hesiband.

HAMAS ji ber şehadeta Cemîl Et-Temîmî, ji malbata şehîd re daxwazîya sebrê kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir