Êsîrekî nexweş di zindanên rejima îşxalker de şehîd bû
Êsîr Cemîl Et-Temîmî yê 63 salîye û nexweş bû û ji teref rejima îşxalker ve hatîbû êsîrgirtin, ji ber giranîya şertên zindanê canê xwe ji dest da.
Zilma ku ji teref rejima îşxalkeran ve ji Filistînîyên mezlûm ê ku di zindanên rejima îşxalkeran de ne tê kirin hê jî berdewam dike.
Mezlûmên Filistînî ji teref rejima îşxalkeran ve bê sûc û bê sebep tên girtin û dikevin zindanan, di wan zindanan de jî bi şertên giran jîyanên xwe desbas dikin. Hinek di wan zindanan de şehîd dikevin, hinek dikevin gireva birçîbûnîyê û hinek jî nexweşin û ji ber şertên zindanê nexweşînên wan zêde dibe an jî canê xwe ji dest didin.
Doh jî êsîr Cemîl Et-Temîmî yê 63 salî ye û nexweş e û ji teref rejima îşxalker ve hatîbû êsîrgirtin, di zindanên îşxalkeran de rehmet kir.
HAMAS jî derheqê vê meselê de rejima îşxalker mesûl hesiband.
HAMAS ji ber şehadeta Cemîl Et-Temîmî, ji malbata şehîd re daxwazîya sebrê kir. (ÎLKHA)