Rejima îşxalker 15 Filistînîyên ciwan desteser kir
15 Filistînîyên ciwan, ji teref rejima îşxalker û sîyonîstan ve li derdorê Derîyê Şamê yê Qudsa Rojhilatê yê ku di bin îşxalê da ye hatin êsîrgirtin.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, di seatên êvarê de ciwanên Filistînî li ber Derê Şamê bi gulofîta berfê leyîstînê û ji ber vê yekê di navbera wan û rejima îşxalkeran de xirecir pêk hat. Di encama xirecirê de rejima îşxalker bi bombeyên xazê êrîş li ciwanên Filistînîyan kir.
Hat destnîşankirin ku li Taxa Et-Tura ku li herêma Çîyayê Zeytûnê ye jî di navbera ciwanên Filistînî û rejima îşxalkeran de êrîş pêk hat.
Li gorî dîyarîyan di encama her du meseleyan de15 ciwanên Filistînî ji teref rejima îşxalkeran ve hatin desteserkirin. (ÎLKHA)