Meteorolojî ji bona 4 bajaran hişyarîya aşît, cemed û qeşemê kir
Ji teref meteorolojîyê ve ji bajrên Wan, Colêmêrg, Bîdlîs û Mûşê hişyarîya aşît, cemed û qeşemê kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref meteorolojîyê ve hat dayîn, tê texmînkirin ku li giştîyê herêmê hewa ew ê bi ewr be, bi tevî cemed û qeşayê dibe ku mij jî çêbibe.
Hişyarîya cemed û qeşayê:
Dibe ku di seatên serê sibê de cemed û qeşa çêbibe, ji ber vê yekê mirov bila dîqqet bikin.
Hişyarîya aşîtê:
Ji ber ku li li çîya û kaşan berf heye hişyarîya aşîtê tê kirin, rayedar û mirov bila bi tedbîr bin. (ÎLKHA)