Walî Yerlîkaya: 5 hezar û 57 kes hatin tahlîyekirin
Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya derheqê geşedanên dawî yên ku li Stenbolê ji ber berfê pêk hatine de daxuyanîyek belav kir.
Yerlîkaya di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ji ber berfa ku zêde barîya û ji ber qeşaya ku ket trafîk hat girtin û welatî di rê de man ku ji ber vê yekê têketina bajêr hat rawestandin.
Yerlîkaya di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, 5 hezar û 57 kes hatin tahlîyekirin û 3 hezar û 180 kes jî di otel, mêvanxane û xewgehan de hatin bicîkirin.(ÎLKHA)