Li Kerkûkê bombe teqîya: 4 leşkerên Iraqê mirin
Li bajara Kerkûkê ya Iraqê dema ku erebeya leşkerî derbas bû teqînek pêk hat, di encama teqînê de 4 leşkerên Iraqê canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Iraqê hatine bidestxistin, li başûra Kerkûkê operasyonek hat sazkirin, di dema operasyonê de erebeyeke leşkerî dema ku derbas bû mayînek teqîya, di encama teqînê de 4 leşkerên Iraqê canê xwe ji dest dan.
Hat destnîşankirin ku mayîn ji teref DAÎŞê ve hatine raxistin. (ÎLKHA)