• DOLAR 32.468
  • EURO 34.703
  • ALTIN 2436.26
  • ...
Serokê Dewletê yê Burkîna Fasoyê ji teref leşkeran ve hat desteserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, Roch Marc Chrîstîan Kaboreyê Serokê Dewletê yê Burkîna Fasoyê, ji teref leşkerên îsyankar ve di seatên êvarê de hat desteserkirin.

Hat destnîşankirin ku Kobare hat birin kampekî leşkerî û leşkerên îsyanker ji Kobareyi daxwaz kirin ku bila ji wezîfeya xwe îstîfa bike.

Tê hêvîkirin ku leşkerên îsyanker di seatên nava rojê de daxuyanîyek belav bikin.

Doh di hinek bingehên artêşê de îsyan derketibû û hatibû îddîakirin ku ew ê derbe bê kirin. Rayedarên hikumetê jî ev îddîayê înkar nekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir