Ji ber berfê li Herêma Kurdistanê heta dawîya vê mehê mekteb hatin tatîlkirin
Hat ragihandin ji ber berfê li Herêma Kurdistanê heta dawîya vê mehê mekteb hatin tatîlkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Perwerdehîyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Saîd ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Saîd di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber serma û berfê temamê mekteban heta dawîya vê mehê hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)