Li Tebrîzê di mezinahîya 4.4an de erdhej
Li bajara Tebrîza Îranê di mezinahîya 4.4an de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref Navenda Sîsmolojîyê ya Zanîngeha Tahranê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, derdora seat 08.00an de li Tebrîzê 15 kîlometreyan di bin erdê de di mezinahîya 4.4an de erdhejek pêk hat.(ÎLKHA)