• DOLAR 32.511
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2432.432
  • ...
Li Endonezyayê qamyonekî ku frena wî teqiya li ereba qelibî: 5 mirî 17 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Endonezyayê hatine bidestxistin, li çar rêyekî bajara Balîkpapanê yê li herêma Kalîmtana Rojhilat, qemyonekî frena wî vala bû û li erebeyên ku di lembeyê trafîqê de sekinîne qelibî, di encama qezayê de 5 kes canê xwe ji dest dan û jê 4 giran tev de 17 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku şoforê qemyonê piştî qezayê ji teref polêsan ve hat binçavkirin û hat şîyandin navenda polêsê.

Di vîdeoyekî de hat dîtin ku qemyon li 2 qamyonet, 2 erebe, 2 mînîbûs, 6 amûrên dinê û 14 motoran qelibî. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir