Li Pakîstanê êrîşê bi bombe hat kirin: 3 mirî û 23 birîndar
Li bazarekî yê li bajara Lahora Pakîstanê bi bombe êrîş hat kirin, di encama êrîşê de herî kêm 3 kes canê xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku ji çapemenîya Pakîstanê hatine bidestxistin, motorekî ku bombe tê de hebû li bazara Anarkalîya li bajara Lahorê, li nêzî biroyekî dowîzê teqîya.
Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 3 kes canê xwe ji dest dan û 4 jê giran tev de 23 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar ji teref ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin, dibe ku hêjmarên mirîyan zêde bibe û tu kes ji êrîşê re xwedî derneket. (ÎLKHA)