Îran, Çîn û Rusya ew ê tetbîqatekî hevpar saz bikin
Tetbîqata hevpar ya ku ji teref Îran, Çîn û Rusyayê ve li Okyanûsa Hîntê bê sazkirin ew ê di 21ê Çileyê de bê destpêkirin.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Îranê hatine bidestxistin ku ew jî ji rayedarên leşkerî bidestxistine, tetbîqata Îran, Çîn û Rusyayê ew ê roja Înê bê destpêkirin.
Hat destnîşankirin ku di tetbîqatê de manewrayên xelaskirin û rizgarkirina keştîyekî bê sazkirin.
Hat ragihandin ku armanca tetbîqatê; qewetkirina rêyên tîcareta navneteweyî û micadeleya bi qorsanan e. (ÎLKHA)