Ji alîyê Libnanê ve ji rejima îşxalker re roket hat avêtin
Hat ragihandin ku ji alîyê Libnanê ve ji rejima îşxalker re roket hat avêtin, lê roket hê negihîşt hedefa xwe ket nav behrê.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Libnanê hatine bidestxistin, çend kesên ku navên wan nayê zanîn, li alîyê herêma Al-Azîyayê ya Libnanê roket avêtin rejima îşxalker.
Hat destnîşankirin roketa ku hat avêtin hê negihîşt hêla rejima îşxalker, ket nav behrê.
Piştî avêtina roket, balafirên herbê ya rejima îşxalker, li başûra Libnanê firînên keşfê kirin. (ÎLKHA)