Rêya Qeyserî-Develîyê ji çûn û hatinê re hat girtin
Rêya Qeyserî-Develîyê ku li herêma Çîyayê Ercîyesî ye ji ber aşît û berfê ji çûn û hatinê re hat girtin.
Ji ber ku çûn û hatina rêya Qeyserî-Develîyê hatîye girtin, berê ajokaran tê dayîn li ser rêya Qeyserî-Edenê.
Hat destenîşankirin ku ekîbên trafîqê, li herêma Taşmekana Taxa Hîsarcikê ya navçeya Melîkgazîyê ye ji çûn û hatina erebeyan re îzîn nadin.
Hat ragihandin ku xebatên vekirina rê jî berdewam dike. (ÎLKHA)