Berf li çola Sahrayê ya ku li cîhanê çola herî mezin e barî
Li çola Sahrayê ya ku havînê germahîya wê dibe 58 derece, ji ber ku germahî ket binê dereca 0ê berf barî.
Ayn Sefraya ku li herêma bakura Cezayîrê ye berf barî.
Hinêk herêma çolên ku li herêma Ayn Sefraya li Çola Sahrayê ye berf barî û serê çolê bi berfê sipî bû.
Li gorî agahîyan, berf li vê navçeya Cezayîrê berî niha di sala 1979,2016,2018an û 2021an de barîbû. (ÎLKHA)