Li navçeya Pazarcika Mereşê di xeta neftê de teqîn
Li navçeya Pazarcika Mereşê di xeta borîya neftê de teqînek pêk hat, ji ber teqînê rêya Mereş-Entabê ji çûndin û hatinê re hat girtin. Bi sedan erebe jî di rê de asê man.
![Li navçeya Pazarcika Mereşê di xeta neftê de teqîn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/myT0D65QnSV-7G4gg_tBZTFCCYA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/03/li-navceya-pazarcika-merese-di-xeta-nefte-de-teqin-48ad7976.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Narliya li navçeya Pazarcika Mereşê di xeta borîya neftê de ku hê sedema wî nayê zanîn teqînek pêk hat. Piştî teqînê şewat derket û ew şewat di demeke kin de li derdorê belav bû, ji ber vê yekê rêya Entab-Mereşê jî ji ber belavbûna şewatê ji çûndin û hatinê re hat girtin.
Hat destnîşankirin ku piştî teqîn û şewatê ji cîhê teqînê re ekîbên îtfaîyê hat şîyandin û şewat bi medexeleya îtfaîyê ve hat bin qontolkirin. (ÎLKHA)