Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi coronayê ket
Hat ragihandin testa coronavîrusê yê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu pozîtîf derket.
Derbarê mijarê de ji teref HUDA PARê ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin û hat destnîşankirin, testa Serokê wan ê Giştî Zekerîya Yapicioglu pozîtîf derket û rewşa wî niha baş e û li mala xwe ye.(ÎLKHA)