Di erdheja li Efxenîstanê de hêjmarên mirîyan derket 26an
Hat ragihandin di erdheja ku li Efxenîstanê pêk hat de hêjmarên kesên ku canê xwe ji dest dan zêde dibe.
Hat destnîşankirin ku ji ber erdhejê hêjmarên mirîyan derket 26an.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehelî hatine bidestxistin, di nav wan kesên mirî de 5 kes pîrek in. 15 mirî jî ji gundê Badruka ku girêdayê wîlayeta Badgîsê ye.
Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike û dibe ku hêjmarên mirîyan jî zêde bibe. (ÎLKHA)