Li Hîndîstanê xwendekarên bi tesettûr nagirin sinifan
Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Karnataya Hîndîstanê, ji xwendekarên Misilman ên ku bi tesettûrin re ji bo têketine sinifan îzîn nayê dayîn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 4 xwendekarên Misilman di zaningehekî ya aîdê dewletê de dixweynin, lê ji ber tesettûra li serê wan îzîn nadin ku bikevên sinifên xwe, ji ber vê yekê wan xwendekaran jî ji serê mehê heta niha ji derve de dersên xwe gohdar dikin.
Hat îfadekirin ku malbatên wan xwendekarên misilman bi rayedaran re hevdîtinek kirin lê tu çareserîyekî nedîtin. (ÎLKHA)