Di navbera mehkûman de pevçûn: 3 mirî, 9 birîndar
Di girtîgehekî ku li Komarîya Domînîkê ku ji welatê Karayîpê ye de, di navbera mehkûman de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
![Di navbera mehkûman de pevçûn: 3 mirî, 9 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/dGkf3Kp0c-NXj7hkAdwerN9rMYA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/03/di-navbera-mehkuman-de-pevcun-3-miri-9-birindar-c4b54bc0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di girtîgeha La Vîctorîa ya li Santo Domîngoyê paytext de, di navbera du komên mehkûman de şer derket.
Şerê mehkûman di demekî kin de mezin bû û bi çek û kêran li hev xistin.
Hat destnîşankirin ku di encama pevçûnê de 3 kes canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li girtîgehê qontrol hat bidestxistin û derheqê meselê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)