• DOLAR 34.168
  • EURO 38.199
  • ALTIN 2922.25
  • ...
Li Sudanê ji ber protestoyan polêsek û çalakîkerek mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sudanê di 25ê Cotmehê sala 2021an de midexeleyekî leşkerî hat kirin, ji ber vê yekê ji teref komîteyên berxwedanê yên ku li hember midexeleyê ne ve banga berxwedanê hat kirin û ji ber vê yekê bi hezaran sîwîl li Hartuma paytextê û hinek bajaran derketin derve û dest bi çalakîyan kirin.

Çalakîkerên ku li herêma Şerwenîya yê Hartumê kom bûn û bi tevî sloganên ku li hember derbeya leşkerîyê li hêla Seraya Serokkomarîyê ve meşîyan, daxwaz kirin ku bila bireveberî, bi lez û bi temamî neqlî sîwîlan bê kirin.

Polêsa Sudanê jî bi xez û bombeyên deng çalakîkeran belav kirin. Di encama midexeleya polês de gelek çalakîker ji xezê tesîrdar bûn.

Li gorî daxuyanîya Komîteya Doxtoran, li Hartuma paytext çalakîkerekî bi guleyên rastî wefat kir.

Hat destnîşankirin ku polêsek jî wefat kir û heta ji 25ê Cotmehê niha 64 kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir