• DOLAR 32.598
  • EURO 34.799
  • ALTIN 2498.054
  • ...
HUDA PAR çû serdana tazîyeyê ya malbata Enes Kara
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsa Emreyê Serokê Bajara Xetayê yê HUDA PARê û Salîh Demirê Serokê Bajara Edeneyê yê HUDA PARê, bi tevî lijneyê xwe li mala malbata Karayê ku li navçeya Belenê yê li Xetayê ye zîyaret kirin.

Lijneya HUDA PARê ji malbata Kara re daxwazîyê xwe yên sersaxîyê anîn ser ziman.

Ji teref lijneyê ve hat îfadekirin ku ew ji vê meseleyê gelek dilxemgîn bûne.

Îsa Emre piştî zîyaretê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew malbata Karayê bimetanet dîtine û ji êrîşên ku li Îslam û cemaetan tê kirin re jî bi tûndî bertek nîşan da.

Emre di daxuyanîya xwe de weha axivî, “Zêhnîyetekî melûm heye ku li ser vê mirinê êrîş li Îslamê û sazîyên sîwîl a Îslamî dikin. Xwezî ku Enes bila xema wê  zêhnîyetê bibûna!  Enes û ciwanên ku wekî Enes qet ne xema vê zihniyetê ne. Ev zêhnîyet tu car wî kesê mexdurê ku însan be, girîngîyê lê nakin. Li ser vê mirinê bila dev ji êrîşî Îslamê û êrîşî Misilmanan berdin. Îslam, ji însanan re,qîmetekî wisa daye ku wî qîmetê tu fikir û îdeolojî nikare bide.”

Demir jî dilxemgînîyê xwe ji malbata Kara re got û weha axivî, “Em dixwazin ku bila hemû kes zanibe, em ji wan kesên ku ji ber van meseleyan qezencê qezenc bikin re musade nekin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir