Partîyên ku dê beşdarî hilbijartînê bibin hatin daxuyandin
ji teref Sazîya Hilbijartinê ya Bilind ve derheqê hilbijartinê de daxûyenîyek hat belavkirin.
Sazîya Hilbijartina Bilind, partîyên sîyasî yên ku di hilbijartinekî nêz de dikaribin beşdarî hilbijartinê bibin daxuyand. 4 partîyên ku di hilbijartina dawîn de nikaribûn beşdarî hilbijartinê bibûna ew ê di vê hilbijartinê de dikaribin beşdarî bibin. Ji ber vê yekê bi tevahî 24 partî ew ê beşdarî hilbijartinê bibin.
Partîya Emekê, Partîya Milletê, Partîya Karkerên Tirkîyê û Hereketa Komînîsta Tirkîyê organîzebûna xwe temam kirin û tevlî bûn. Partîya Memleketê ku Muharrem Înce serokê wî ye û Partîya Vegrandina Tirkîyeyê ku Mustafa Sarigul serokê wî ye ew ê nikaribin beşdarî vê hilbijartinê bibin.
Lîsteya ku ji teref BHCê hatîte daxuyandin wisa ye:
1- Partîya Edelet û Pêşketin
2-Partîya Welatê Bav û Kalan
3- Partîya Tirkîyeya Serbixwe
4- Partîya Yekîtîya Mezin
5- Partîya Xelqa Komarîyê
6- Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê
7- Partîya Demokratîka Çep
8- Partîya Demorat
9- Partîya Xebat
10- Partîya Pêşerojê
11- Partîya Ciwan
12- Partîya Xelqên Demokratîk
13- Partîya Doza Azad
14- Partîya Baş
15- Millet Partisi
16- Partîya Hereketa Miletperest
17- Partîya Mihafazakara Bilinbûn
18- Partîya Seadetê
19- Partîya Çep
20- Partîya Karkerên Tirkîyê
21- Hereketa Tirlîye ya Komînîst
22- Partîya Tirlîye ya Komînîst
23- Vatan Partisi Partîya Welat
24- Partîya Dîsa Refeh (ÎLKHA)