Li Kazakistanê nêzî 10 hezar kes hatin binçavkirin
Di bûyerên ku piştî zama ku hat kirin li Kazakistanê pêk hatin de nêzî 10 hezar kes hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat destnîşankirin, di bergeha bûyerên ku rû dan de 9 hezar û 900 kes hatin binçavkirin ku ji van 300 kes dema ku hewl didan sînor derbas bikin hatine binçavkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin operasyon berdewam dikin û di bûyeran de zêdetirî 1300 hêzên ewlehîyê jî birîndar bûn.(ÎLKHA)