Li Fîlîpînê di girtîgehê de îsyan derket: 6 mehkûm mirin
Li Fîlîpînî di nav mehkûman de pevçûn pêk hat , di encama pevçûnê de 6 kes canê xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji medyaya welat hatine bidestxistin, mesele li Manîlaya paytexta Fîlîpînî pêk hat. Minaqeşeya ku di nav 2 mehkûman de dest pê kir ji ber tevlîbûna mehkûmên dinê jî minaqeşe bû pevçûnekî mezin.
Li gorî dîyarîyên ‘ewil 6 mehkûm canê xwe ji dest dan, 33 mehkûm jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku ji ber pevçûnê di girtgehê de tedbîrên ewlehîyê hat zêdekirin û midûrê girtigehî jî ji wezîfê hat girtin.
Hat ragihandin ku kapasîteya girtîgehê ji bona 200 kesan e, lê di girtîgehê de 1900 mehkûm tên girtin. (ÎLKHA)