• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Alîhan Smaîlov bû Serokê nû yê Qazaxistanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hikûmeta Askar Mumîn, ji ber protestoyên ku bi zema LPGê hatibû destpêkirin îstîfa kiribû.

Ji bona ku ev valahîya hikumetê ji holê bê rakirin, ji teref Serokkomar Qasim Comert Tokayev ve di Civîna Giştî yê Meclîsa Qazaxistanê de Alîhan Smaîlov namzed hat nîşandan.

Smaîlovê ku di dema hikumeta berê de wezîfeya Alîkarîyê Serokwezîrê kirîye û di dema valabûna hikumetê de jî serokatîya hikumetê kirîye, bi yekîtîya rayan raya “erê” girt û bû Serokwezîrê Dema 12emîn a Qazaxistanê.

Hat destnîşankirin ku Samaîlov, di demên cudayî de wezîfeyên Serokatîyê Komîsyona Îstatîstîkê, Wezîrtîyê Malîyê û Alîkarîyê Serokwezîrê jî kirîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir