Serokê Giştî yê HUDA PARê çû serdana Yekgirtûyê Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneya pê re li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr navenda Yekgirtûyê Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê.
Lijneya HUDA PARê ji teref Serokê Yekgirtû Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn û endamên partîyê ve hat pêşîwazîkirin.
Ji ber ziyareta ku hat kirin Bahaeddîn ji Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê re teşekkur kir.
Yapicioglu jî di hevdîtinê de destnîşan kir, ew di her fersendê de hewl didin werin ziyareta herêma Kurdistanê û wiha got: “Hevdîtin û gotûbêjên di navbera partîyan de muhîm in ku ez hêvî dikim ev yek bie wesîleya xêrê.”
Di hevdîtina ku hat kirin de pêwendîyên du alî yên partîyan de û derd û kûlê gelê Kurd hat gotûbêjkirin.(ÎLKHA)