• DOLAR 32.381
  • EURO 34.781
  • ALTIN 2411.176
  • ...
“Ew qedr û qiymeta ku ji zimanê Tirkî re tê dayîn divê ji Zazakî û Kurmancî re bê dayîn”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanî ji teref Sekreterê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Şehzade Demîr ve bi raya giştî hat parvekirin.

“Divê îdarevanên mekteban jî xwe nekin pişta hincet û bihaneyan û tercîhên di vî warî de asteng nekin  wan dersên ku hatine hilbijartin demildest bidin destpêkirin”

Demîr di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li mektebên lîse û navîn hilbijartinên dersên bijartî di 3yê Çileyê dest pê kir û ew ê di 21ê Çileyê de bi dawî bibe. Demîr dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev yek ji bo ku zarokên me him hînî dînî û him jî hînî zimanê xwe yê dayikê hîn bibin muhîm e. Lazim ku zarokên me him di warê maddî û him jî di warê manewî de bên perwerdekirin. Her wisa pêwîst e ku aqil, ruh û beden pêkve bên perwerdekirin. Ji bona vê yekê dewlet divê tiştên lazim ên mîna çavkanîya însanan, materyal û xizmetên rêbertîyê temîn bike û ji bo dersan bi têra wê kontejanên mamosteyan veke.Her wisa divê îdarevanên mekteban jî xwe nekin pişta hincet û bihaneyan û tercîhên di vî warî de asteng nekin û wan dersên ku hatine hilbijartin demildest bidin destpêkirin.”

“Em daxwaz dikin ku ew qedr û qiymeta ku ji zimanê Tirkî re tê dayîn ji Erebî û Kurdîya Zazakî û Kurmancî re jî bê dayîn”

Demîr di dawîya nirxandinê de destnîşan kir, divê qedr û qiymet ji zimanê Kurdî re jî bê  dayîn û dû re wiha dawî li daxuyanîyê anî: “Ji bilî van xalan; dê û bavên xwendekaran jî di vî warî de hessas bin û ji bona hilbijartina dersa ji zarokên xwe re bibin alîkar. Xwendekar divê ji dersên Qur’ana Kerîm, Jiyana Pêxemberê Me û Agahîyên Bingeh ên Dînî 2 dersan û ji dersa zimanên jîndar jî an Kurmacî an jî Zazakî bihilbijêrin. Em daxwaz dikin ku ew qedr û qiymeta ku ji zimanê Tirkî re tê dayîn ji Erebî û Kurdîya Zazakî û Kurmancî re jî bê dayîn. Ev yek ji bo tesîskirina mafên însanan û yekîtî û digelhevîyê xaleke muhîm e ku divê hikûmet di vî warî de gavekê bavêje.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir