Ekîba îtfaîyê yê ku diçû cîhê qezayê, qeza kirin: 4 mirî
Li navçeya Orhanelîya Bursayê qezayekî trafîqê pêk hat, di encama qezayê de 4 personelên îtfaîyê canê xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li cîhê depoya Daristana ku li Taxa Nalinlarê ye pêk hat.
Hat destnîşankirin qamyona ekîbên îtfaîyê ya ku diçû cihê qezayê gindirî şerempolêi. Li gorî dîyarîyên ‘ewil 4 personelên îtfaîyê canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li ser dayîna xeberê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîyê,tenduristîyê,cendirme û lêgerîn û xelaskirinê hatin şîyandin.
Xebatên ekîban hê jî berdewam dike û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)