Li Makedonyaya Bakur di mezinahîya 5,4an de erdhej pêk hat
Li herêma Pelagonyayê Makedonyaya Bakur di mezinahîya 5,4an de erdhejek pêk hat.
Ji teref Serokatîya Daîra Erdhej a Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê ve hat daxuyandin ku erdhej di seat 00.43an de 6,84 kîlometra di bin erdê de pêk hat.
Piştî erdhejê derheqê xirabûn an jî mirinan de daxuyanîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)