THYê seferên xwe yên Kazakistanê betal kir
THYê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew temamê seferên xwe yên Kazakistanê heta 9ê Çileyê betal kirin.
Berî vê çend rojan ji ber zama ku li xazê hat kirin gel daket kolanan û xwepêşan da destpêkirin ku ev xwepêşan her ku çûn mezintir bûn û li temamê welêt belav bûn. Ji ber van xwepêşanên ku hatin destpêkirin li hinek bajaran sazîyên dewletê hatin bidestxistin û li welêt alozî û gengeşî hakim bû.
Piştî van bûyerên ku pêk hatin re THYê seferên xwe yên Kazakistanê heta 9ê Çileyê betal kirin.(ÎLKHA)