Xatîce Huveysa ji murabitên Mescîdî Eqsayê hat esîrgirtin
Polêsê rejima îşxalker û sîyonîst, Xatîce Huveysîya ji Murabitên Qudsê li Mescîdî Eqsayê esîr girt.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Xatîce Huveys, ji teref leşkerên rejima îşxalker ve li Nimêjgeha Babu’r Rahmeyê hat esîrgirtin. 22 Filistînî jî li herêma Şerîaya Rohilat ji teref rejima îşxalker ve hatin esîrgirtin.
Leşkerên rejima îşxalker dem bi dem êrîş li mal û mirovên Filistînîyan dikin û di encama êrîşê de jî Filistînîyan desteser dikin.
Rejima îşxalker bi giştî di seatên êvaran de êrîş li malên Filistînîyan dike, di encama êrîşan de malên Filistînîyan bi beheneya lêgerînê xira dike, pîrek û zarokan jî ditirsîne. (ÎLKHA)