Li Xarpetê qeza: Mirîyek
Li Xarpetê erebe li rêwîyekî xist, di encama qezayê de rêwî di cîhê qezayê de canê xwe ji dest da.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li çar rêya Tofaş a li Taxa Abdullahpaşayê di seat 21.30an de pêk hat. Erebeya ku bi plaqaya wê 23 BC 326 bû, li rêwîyê bi navê Yasîn Ç. xist. Di encama qezayê de ji cîhê qezayê ekîbên polês û tenduristîyê hat şîyandin.
Hat destnîşankirin ku Yasîn Ç. li cîhê qezayê canê xwe ji dest da û şoforê erebê jî bi peyatî ji cîhê qezayê revîya.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)